Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Ummanê ye: Muzakereyên bi DYE’yê re jinûve destpê dikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi ji bo tura muzakereyê ya nû ku wê têkildarî bernameya nukleer bi DYE’yê re were meşandin, şeva pêncşemê gihişte paytexta Umman, Maskatê.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê, Arakçi wê li vir bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Steve Witkoff re bicive. Hevdîtin piştî tengasiya ku bi mehan navbera her du welatan dom kir, pêk hat.

Arakçi beriya hevdîtinê li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê, bi Îngilizî daxuyanî da û banga “rêzdariyê” kir:

“Wekhevî, rêz dayîna hevdû û berjewendiyên hevpar gotinên vale nînin; evane bingeh û şert û mercên peymaneke mayînde ne.”